civaka Kurd de - bê destûrê mêran nikaribûn ji male jî derkevin. Çîroka wê wek jineke fîlîzof û ûlûmdar bo naskirina rola jinên Kurd di dîroka şarmendî û Cihûtî (judaismus) de girîng e. Asenat Barzanî bo zanyarî, lêkolîn, şarezayî, şarmendî, bo naskirina Cihûtî (judaismus) ji nifşên dahatu re jî ronahîkî ye .
Asenat Barzanî keça Samuel Barzanî ye û di sala 1590 piştê Îsa li bajara kurd Musulê, li Kurdistan başûr hatiye dinyayê. Bavê wê Samuel,hê ji zarûkatîya wê de mamosteya wê bû û jê re felsefeya Kabbala û heman demê ,wê rêzên civakî û karên hûndirê Yeşîva jî fêr kir.
Asenat Barzanî jiyana xwe di rêya xwendin û jiber kirina gotinên Xwedê de feda kiribû. Asenat, ji aliyê Tirzah Firestone ve wisa dihat behs kirin : «Asenat zanabûna jinan avakir,rûpel 112» Û Asenat li se xwe wûsa digot : « Ez tu car ji mala xwe derneketim. Ez keça qiralê Îsraîlê me.. Ez ji alîyê zanyaran ve hatim perwerde kirin. Ez ji alîyê bavê xwe ve hatim gewîkirin.Ew bu ku, hertiştê li ser erd û esmanan fêrî min kir. »
Asenat di gel pismamê xwe Yakûb Îbrahîm re dizevice. Bavê wî xebatên wê yên olî bi rûmet peşwazîkir û nehişt ku Asenat di bin kar û barên malê de wê cehverê bêhempa wûnda bike. Wê û Yakûb xwedî keçikek û kurek bûn.
Piştê mirina mera wê, Asenat bû berpirsiyar û rêwebirê Yeşîva li Musulê. Ew li Kurdistanê, heta ku kurê wê mezin bibe , bibû serok û berpirsiyarê Yeşîva, Asenat qursa Tevratê û Torayê dida. Li Kurdistana başûr, ew ji aliyê zanyaran ve yekem jineke xaxam ( חכם ) – rabbi ( רַבִּי) ,di civata cihûyan de wek seroka Yeşîva hatîye qabûl kirinê .
Asenat di sala 1670 an de li Amedê dîrokî li Kurdistana başur jiyana xwe teva dike. Gora wê heta îro jî bo Cihû û Kurdan cihekî pîroz û zîyaretgah tê pejirandin.
Îro, Asenat Barzanî ne tenê wek jineke xaxam di nav civata Cihûyan de tê naskirinê, lê çîroka wê wek çavkaniyekî ye ji bo rola jinên kurd di dîrokê de, hem li Îsraîlê û hem jî li Kurdistanê de.
Wek nasnava Ûlûmdarên herî berz ya Cihûtîyê li Asenat Barzanîyê re Tanna’it lê kirine. Nasnavê bavê wê jî wisa bû. Wê demê de nasnavê ûlûmdarên berzên ola cihûtîyê re Tannaim dihate gotin. Divê mirov bîra neke ku em behsa sedsala 16 mîn û 17 mîn dikin û wê demê nasnavê Xaxamtî hê tûnebû , bo vê mercê di cihûtîyê de nasnavê Tannaim (Tanna’it ji bo mê ye) dihat bikaranîn.
Her çikas Regina Jonas (1902-1942) wek Xaxam hatibe nas kirin jî,Asenat Barzanî yekemîn jin di dîroka Cihûtîyê de bû ku gihştibû wê merca bilind .
***************
Ceska verze clanku je zde : https://uzunoglu.blog.idnes.cz/blog.aspx?c=471663